Li Şemzînanê kesek hate girtin

Li Şemzînanê kesek hate girtin

Ji 2 kesên li gundê Şapatan yê ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve di serdagirtina malan de hatin binçavkirin Levent Gelîcî hate girtin.

Polîs, leşker û tîmên taybet şevê din di demjimêr 03.00'an de bi ser gundê Şapatanê navçeya Şemzînan yê Colemêrgê de girt. Di encama serdagirtinê de Ridvan Gelîcî û Levent Gelîcî hatin binçavkirin. Li dozgeriyê Ridvan Gelîcî serbest hate berdan û Levent Gelîcî jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh ya Ceza hate kirin. Dadgehê ji bi îdîaya "Alîkarî û hewandina rêxistinê kir" biryara girtina Gelîcî da û şandin Girtîgeha Colemêrgê.