Duh êvarê di encama topbaran û obusê ya ji hêla Yekîneya Topbaran ya girêdayê 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînorê, şewat derket.
Çalakiyên HPG'ê ya ji 23'ê tîrmehê û pê ve tê kirin li bejahiyên Navçeya Şemzînanê didome. Hate gotin ku her êvar ji hêla yekîneyên leşkerî ve ji navenda Şemzînanê heta derengê şevê top û obus tên avêtin. Di encama topbaranê de li qadên daristanê de şewat derdikeve.
Duh êvarê jî ji hêla Yekîneya Topbaran ya girêdayê 34'êmîn Fermandariya Tûgaya Sînorê ya Şemzînanê heta derengiya şevê top û obus avêtin Çiyayê Gomanê. Di encama topbaranê de li qadên daristanê şewat derket û gelek cih şewitîn. Ji hêla rayedarên dewletê ve tu mudaxele li hemberî şewatê nehate kirin. Hate ragihandin ku hemwelatiyên ku xwestin şewatê vemirîn jî ji hêla leşkeran ve bi hinceta "ewlehiyê" hatin astengkirin. Leşkerên ku ji tabûr û qereqolên Şemzînanê dernakevin, li hewayê jî tenê helîkopterên kobrayê li ser navçeya Şemzînanê difirin.
RÊ KONTROLKIRINA GÊRÎLAYAN DIDOME
Li herêma ku gêrîlayên HPG’ê serwerî xistiye destê xwe li nêzî navenda navçeya Şemzînanê jî kontrolkirina rê didomîne. Gêrîlayên HPG’ê di 3 cihên cuda yên nêzî Mezraya Gerget ya girêdayê gundê Nehrê, Pira Mûjgê û Salara kontrola rê pêk anîn. Hate ragihandin ku, gêrîlayan di kontrolkirina rê de piştî bi hemwelatiyan re sohbet kirin, rê ji trafîqê re vekirin.