Li Silêmaniyê di malekê de termê hemû endamên malbatekê yên serjêkirî hatin dîtin. Polîsên Silêmaniyê dest bi lêpirsînê kir.
Hat ragihandin ku 26’ê Tebaxê (îro) li taxa Kanîspiyê ya bajarê Silêmaniyê di malekê de termê hemû endamên malbatekê yên serjêkirî hatin dîtin. Hate zanîn ku malbat ji sê kesan; dayîk, bav û xortek pêk dihat.
Polîsên Silêmaniyê der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.