Di rêya trenê ya di navbera gundên Runexar û Keçiyakasi yên navçeya Serayê ya Wanê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê leşker çûn herêmê û di dema leşker derbaz dibûn teqîna duwemîn pêk hat û 4 leşker birîndar bûn.
Di navbera gundên Runexar û Keçiyakayê yên navçeya Serayê ya Wanê de li ser rêya trenê teqîn pêk hat û 4 vagon wergeriyan. Piştî teqînê dema leşker bi wesayîtên zirxî ve çûn cihê bûyerê teqîna duwemîn pêk hat. Di teqîna duwemîn de yek bi giranî 4 leşker birîndar bûn. Leşkerê birindar piştî birin qereqolê bi helîkopterê şandin Wanê. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpêkirin.