Kesekî binavê Halîk Yavûz li navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê bi hinceta ku li ser hişyariya ‘raweste’ ne rawestiya ye ji aliyê lşkerên li ser sînorê Sûrî hatiye gulebaran kirin. Yalavûz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, dema ku Halîl Yalavûz (28) li gundê Zengînova yê li ser sînorê Sûrî bi motosîkletê diçû bi îdîaya ku li ser hişyariya ‘raweste’ ne rawestiyaye ji aliyê leşkerên li ser sînor nobet digirtin ve hatiye gulebaran kirin. Yalavûz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yalavûz ji bo otopsiyê destpêkê birin navçeya Kaniya Xezalan û piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Xizmên Yalavûz li ber morgê krîzên sînîrê derbaz kirin û bertek nîşanî bûyerê dan.