Beriya karwanê cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li Awusturyayê dawî li jiyana xwe anî bikeve Amedê li rastî benda polîsan hat. Piştî ku bi biryara walîtiya Amedê destûr nehat dayîn ku cenazeyê Kavak bikeve Amedê, girseya bi karwan re ku hevsera Kavak jî di nav de ye dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Insbruck ê Awusturyayê dawî li jiyana xwe anî, ji bo bispêrin axê ji Êlihê bi karwanekî anîn Amedê. Beriya karwan bikeve Amedê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Cenazeyê Kavak ku duh bi balefirê anîn Êlihê ji ber sedema qedexeya siyasî li ser bû, destûr nedan zarokên wî di ketina Tirkiyeyê de tevlî nebûn, tenê hevsera wî Nurten Kavak li gel bû. Girseya bi karwanê re dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya li ser rêya Êlih-Amedê didome.