Di van demên dawiyê de li hin deverên Rojavayê Kurdistanê bazara narkotîkê zêde bûye. Desteya Bilind a Kurdan (DBK) li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kir. Herî dawî DBK’ê li Kobanê li ser ziyanên bikaranîna narkotîkê semînerek da.
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyeyê, bi armanca dawî li bazirganiya narkotîkê bînin, li bajarê Kobanê xebatên hevbeş dan destpêkirin. Bi vê armancê, komîteyên ji her du meclîsan li gelek deverên bajêr operasyonên li dijî zeviyên narkotîkê li dar dixin.
Di encama van operasyonan de, zeviyên narkotîkê li gundên Bînder û Kerde bi temamî hatin rakirin. Di çarçoveya heman xebatan de, Desteya Bilind a Kurd (DBK) jî, bi armanca xurtkirina têkoşîna li dijî narkotîkê de, komîteyek hevbeş ji her du meclîsan ava kir.
Komîte li Navenda Çandê ya bajarê Kobanê semînerek derbarê zerarên bikaranîna narkotîkê de da. Tevî doktorên pispor, gelek welatî beşdarî semînerê bûn. Doktor Bextiyar Medres û Hikmet Ehmed di semînerê de li ser encamên xerab yên bikaranîn narkotîkê de beşdar aghdar kirin û weha gotin:
“Madeyên narkotîkê yekser rê li ber nexweşiyên ku yekser dibin sedema mirina mirovan vedikin. Ev made di heman demê de rê li ber zêdebûna pirsgirêkên civakî jî vedikin.”
Beşdarên semînerê jî anî ziman ku derdorên xwe li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li rizgarkirina bajarê Kobanê ranagirin, bi zanebûn bazirganiya narkotîkê pêş dixin. Her weha hat gotin kuarmanca sereke ji vê bazirganiyê, dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê ye.
Desteya Bilind a Kurd jî, di civîna xwe ya dawî de ragihand ku ew destekê dide biryara her du meclîsan. Di çarçoveya vê biryarê de, endamên Meclîsa Gel û Encûmena Niştimanî, li bajarê Kobanê li dijî zeviyên narkotîkê operasyon dest pê kirin.