Li dijî zêdebûna bazirganiya narkotîkê li bajarê Kobanê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyeyê biryara têkoşîna hevpar dan û dest bi hewldanan kirin.
Desteya Bilind a Kurd jî, di civîna xwe ya dawî de ragihand ku ew destekê dide biryara her du meclîsan. Di çarçoveya vê biryarê de, endamên Meclîsa Gel û Encûmena Niştimanî, li bajarê Kobanê li dijî zeviyên narkotîkê operasyon dest pê kirin.
Herweha hemwelatiyekî kurd Ku heşîş di nava erdê xwe de çandibû poşmaniya xwe anî ziman û biryar da ku heşîşa di nava erdê xwe de rake.