Li Rojavayê Kurdistanê 'Meşên Înê' ên bi heybet

Li Rojavayê Kurdistanê 'Meşên Înê' ên bi heybet

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê“Meşên Înê” ku her hefteyê bi slogana “Êdî bes e ji komkujiyê re” tê lidarxistin, vê hefteyê jî bi beşdariya hezaran kesan hatin lidarxistin. Di meşan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û banga têkoşîna yekîtiya gelê kurd hate kirin.

“Meşên înê” yên ku bi slogana, “Êdî bes e ji komkujiyê re” her hefteyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê tên lidarxistin, dom kirin. Meşên li ser banga Desteya Kurd a Bilind hatin organîzekirin, li bajarên Qamişlo, Serê Kaniyê, Til Temir, Dirbesiyê, Amudê, Hesekê, Tirbespiyê, Dêrika Hemko û Kobanê pêk hatin.

TECRÎD HATE ŞERMEZARKIRIN

Di meşên ku bi hezaran kesan beşdar bûn de kurdan bi al, pankart, poster û sloganan daxwazên xwe yên aştî û azadiyê anîn ziman. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi sloganan tecrîd şermezar kir. Di meşan de yek ji tiştên balkêş jî vekirina alên Desteya Kurd a Bilind ku ji aliyê partiyên siyasî yên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin bû. Her wiha alên partî û rêxistinên kurdan ên siyasî jî hatin vekirin.

BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Di meşan de endamên Desteya Kurd a Bilind axaftin kirin. Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û li hemberî tecrîdê banga têkoşînê hate kirin. Di axaftinan de komkujiyên ji aliyê rejîmê ve hatine kirin jî hatin şermezarkirin û li ser girîngiya yekîtiya kurdan hate rawestin. Her wiha ji bo parastina destkeftiyên kurdan û bidestxistina azadiyê banga bilindkirina têkoşînê hate kirin