“Meşa Dirêj” ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi slogana “Me bi Rêber Apo destpê kir, em ê bi Rêber Apo biser bikevin” organîze dike, li bajarê Efrînê dest pê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di navbera 10 û 19’ê Cotmehê bi slogana “Me bi Rêber Apo dest pê kir, em ê bi Rêber Apo bi ser bikevin” kampanya da destpêkirin, starta çalakiyên xwe da. Ciwanên Şoreşger ku di çarçoveya kampanyayê de “Meşên Dirêj” organîze kirin, meşa destpêkê li Efrînê da destpêkirin.
Meş, li ser Gorristana Şehîd Çekdar a li gundê Qazikli yê girêdayî Efrînê dest pê kir. Meşvanên ku tîşortên şer ên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn li xwe kirin, dê ji vir di ser gundê Kefil Sefir, bajarokê Cindirêsê, gundên Tel Silor, Celemê, Îsko û Xezawiyê yên girêdayîn bajaroka Şêrewa re derbas bibin û bigihîjin Efrînê.
Ciwan dê ji vir jî di ser bajaroka Raco ya girêdayî Efrînê re derbas bibin û di 13’ê mehê de biçin gundê Meydan Ekbes ê li ser sînorê Tirkiyeyê. Meş dê li vir daxuyaniyekê bidawî bibe. Meşvan dê li her bajarokekê jî bi awayekî girseyî bêne pêşwazîkirin.
Meşên dirêj ên li herêma Cizîrê jî dê ji 2 aliyan ve pêk were. Baskê yekemîn ê meşê dê, ji Gorristana Enda Şehîd Xebat a li Dêrikê di 14’ê Cotmehê de ber bi Qamişloyê ve destpê bike. Baskê duyemîn jî dê ji Goristana Şehîd Rûstem a li gundê Berkevirê yê li bajarê Dirbêsiyê di 15’ê cotmehê de ber bi Qamişloyê ve destpê bike.
Herdu baskên meşê dê di 19’ê mehê de li Qamişlo bigihîjin hev û bi beşdariya girseyek qelebalix daxuyaniyê bidin çapemeniyê.