Li Roboskiyê yekîneyên kontra digerin

Li Roboskiyê yekîneyên kontra digerin

Hate ragihandin ku, yekîneyên kontra li gundê Roboskiyê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê digerin.

Li gorî agahiyan, ev yekîne ji 4 kesan pêktên. Kontrayên ku bi rûpûş digerin liherêmê faliyetan birêve dibin, rûniştvanên gund dixin nava fikaran de.

Weke din jî hate hînbûn ku, leşker û cerdevana li serê girê jorî Roboskiyê gule berdane şivana. Her wiha leşkeran xwestiye vê êrîşê bêxin stoyê PKK’ê.

Hêjayî gotinê ye ku, di 28’ê Kanûna 2011’an de artêşa Tirk bi helîkopteran 34 gundiyên Kurd yên Roboskiyê qetilkiribûn.