Xwendekarê Zanîngeha Harranê S.Y. ji bo protestokirina salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat xwe şewitand. Xwendekarê ku sloganên "Bijî Serok Apo", "Bimre faşizm" berz kir xwe şewitand û bi giranî birîndar bû. S.Y rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê.
Xwendekarê Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Harranê S.Y. ji bo salvegera komploya navneteweyî 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê şermezar bike çalakî pêk anî. S.Y saet li dor 17.00'an li Kampusa Osman Bey sloganên "Bijî Serok Apo", "Bimre komploya navneteweyî", "Bijî biratiya gelê kurd û tir" û "Şehîd namirin" berz kir û agir berda bedena xwe. Dema pirsa "Tu kiye navê te çiye? hate pirsîn, S.Y. got "Ez kesê ji Kurdistanê li dijî neheqiyê serî hildidim e" S.Y, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. S.Y. niha di beşa şewatê de tê girtin û rewşa wî giran e.
Hate zanîn ku laptopa S.Y. ku name lê nivîsandibû, ji aliyê rayedarên zanîngehê ve hate desteserkirin.