Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê Roja Aştiya Cîhanê bi meşekî pîroz kir.
Komek endamên Hemwelatiyên Azad yên navçeya Ranyayê bi meşekê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz kirin. Meşê li ber şaredariya Ranya despêkir û heta parka Dervazê bi dirûşmeyên “Azadî ji bo Ocalan, aştî ji bo Kurdistan, Bijî yekîtiya gelê Kurd," "Dagirkir ji Kurdistanê derkevin” berdewam kir. Li vir daxuyaniyek hevbeş hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate desnîşan kirin ku, ji hemû dema zêdetir gelê Rojhilata navîn pêwîstiya wan bi aştiyê heye. Di daxuyanî bal hat kişandin li ser tecrîta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û azadiyê wî hat xwestin. Hate diyar kirin ku, dibe hemû deshilatdar guh bidin gel.