BDP'ê xwest ji bo mîtînga "Em meşa we ya azadiyê silav dikin" li gelek kolan û taxan pankartê vekin, lê polîsan destûr neda pankartê û alozî çêbû
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê berya mîtînga "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin", endamên komîteya amadekar a mîtînga Qosrê xwestin li gelek kolan û kuçeyan pankartan vekin. lê polisan destûr neda vê yekê. BDP'iyan bi alîkariya maşîneyên Îtfaiyê xwest pankartan li kolanan veke, lê polîsan BDP'î asteng kirin. Polîsan diyar kir ku biryara Wezîrê Navxweyî ye û ji ber vê yekê nikarin destûr bidin.