Li gundê Enzê yê Qendîlê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azadî ve hat dayîn, Bêrîvan Şaho axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo aşitî û azadiyê û diyar kir ku Kurd pêşengiya vê yekê dikin. Şaho bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got; “Em di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de careke din li Qendîlê dibêjin em ê li hemberî tecrîda li ser Rêbertiya xwe bê deng nemînin. Banga me ya ji bo CPT û saziyên sivî ev e.”
Daxuyanî bi dirûşima “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.