Li herêma bajayan a Qendîla Başûrê Kurdistanê îro bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê daxuayniyek çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û xebatên ji bo aşitiyê bêne zêdetirkirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Meclîsa Hemwelatiyên Azad ve li gundê Wesanê hat lidarxistin de nêzî 100 kes beşdar bûn. Endamê Meclîsa Hemwelatiyên Azad mamoste Serbaz Ehmed daxuyanî xwend û bal kişand ser rejîmên zordest ên ku piştî şerên cîhanê yê duwemîn ava bû û bal kişand ser komkujiyên ji aliyê welatên Kurdistanê parçekirine li hemberî Kurdan pêk anîne.
Ehmed destnîşan kir ku li hemberî hemû zextan gelê Kurd alîgirê aşitiyê ne û got; “Gelê Kurd ji bo aşitiyê gelek bedel daye. Îro jî gelê Kurd destê xwe yê aşitiyê dirêj kiriye. Îro Kurd ji bo aşitiyê pêşengiyê dikin.”
Ehmed bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “her çendî PKK’ê gelek agirbest ragihand jî, dewletê vê destê ji bo aşitiyê hat dirêjkirin, red kiriye û polîtîkayên xwe yên hovane berdewam kiriye. Li aliyekê tecrîdek giran li hemberî Rêbertiya me pêk tînin, li aliyeke din jî li ser sînoran balefir welatê me bombebaran dikin û zarokên me dikujin. Mînaka vê jî bûyer Kortekê û êrîşa dawî li hemberî Qendîlê pêk hat in.”
Ehmed ragihand ku tu hincetên huqûqî yên tecrîda li ser Ocalan tune ne û got; “ Li hemberî hemû zextên dijmin, gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê xurttir dike, xwedî li vîna xwe derdikeve. Vîna gelê Kurd jî Îmralî ye. “
Ehmed got; “Divê di demek zû de tecrîrda li ser Rêbertiya me rabe û ji bo hevdîtinan destûr bê dayîn”. Ehmed 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhaê li li hemû gelan pîroz kir û ji rewşembîrên Tirkiyeyî û gelên din xwestin hewldanên xwe yên ji bo aşitiyê zêdetir bikin.