Li Qamişloyê ji bo berdana ciwanan hevdîtin didomin

Li Qamişloyê ji bo berdana ciwanan hevdîtin didomin

Piştî ku duh li Qamişloyê hêzên rejîmê 25 ciwanên kurd binçav kirin û li ser vê Hêzên Asayîşa Sivîl jî 8 polîs binçav kirin, li ser daxwaza hêzên rejîmê hevdîtinan dest pê kir. Bi destpêkirina hevdîtinan re hinek ciwanên kurd hatin berdan. Hevdîtin didomin.

Piştî ku hêzên rejîma Suriyeyê duh li Qamişloyê 25 ciwanên kurd binçav kirin û piştre jî ciwanên endamên KCRK'ê û hêzên Asayîşa Gel jî 8 polîs binçav kirin, li ser daxwaza hêzên rejîmê di navbera Hêzên Asayîşa Gel û hêzên rejîmê de hevdîtin dest pê kir. Piştî hevdîtinan dest pê kir, hinek ciwanên kurd hatin berdan, lê hejmara kesên hatine berdan nehat hînbûn. Hevdîtinên di navbera herdu aliyan de didomin.

Di vê navberê de 8 polîsên ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatibûn binçavkirin jî, hîn di binçavan de ne. Duh li bajarê Qamişloyê di saetên nîvro de hêzên rejîma Suriyeyê li Taxa Qudurbeg û li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtibûn û 25 ciwanên kurd bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne girtibûn. Li ser vê yekê gel daketibû kolanan û çalakî lidar xistibû. Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) û Asayîşa Gel jî li hemberî hêzên rejîmê operasyon dabû destpêkirin û di encamê de 8 polîs hatibûn binçavkirin. Li ser daxwaza hevdîtinê ya hêzên rejîmê jî çalakî hatibû bidawîkirin.