Li bajarê Qamişloyê bi dehhezaran kesên daketin kolanan, li dijî komkujiya ku hêzên rejîmê duh li bajarê Helebê li dijî kurdan pêk anîbû hêrsa xwe anî ziman. Di çalakiyê de hate diyarkirin pêwîst be dê li dijî rejîma Baasê şer bê kirin û bang li ciwanan hat kirin ku tevlî refên YPG'ê bibin.
Li bajarê Qamişloyê di çarçoveya "meşa înê" de ku he hefteyê tên lidarxistin de, meşek girseyî hate lidarxistin. Meşa ku vê hefteyê bi slogana şermezarkirina komkujiya duh ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Helebê li li Taxa Şêx Meqsut ku piranî kurd lê dijîn pêk anî bû, li ber Mizgefta Qasimo dest pê kir. Di meşa ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, alên Desteya Kurd a Bilind, KCK, PKK, PYD, KCRK û YPG'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Di meşa ku meclîsên taxan, rayedarên partiyên siyasî, Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz, Meclîsa Jinê jî tevlî bibû, ji 7 salî heta 70 salî ji hemû beşên civakê bi deh hezaran kesan cihê xwe girt.
BI DOWÎZAN PEYAMÊN BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Di meşê de yek ji tiştên herî balkêş jî dovîzên ku li ser "Ji leşkeriya rejîmê re na, ji koçberiyê re na, ji YPG'ê re erê", "Em nabin leşkerên rejîmê", "Êrîşên li ser YPG'ê koploya rejîmê ye", "Em dixwazin YPG me biparêze", "Baz nede Başûrê Kurdistanê dê YPG we biparêze", "Di dibistana YPG'ê de bibe xwedî exlaq"
MEŞ BI XWENDINA 'EY REQÎP' DESTPÊ KIR
Meş ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda netewî "Ey Reqîp" dest pê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên wekî, "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bi can bixwîn em bi te re ne gerîlla", "Rojbaş YPG" hatin berzkirin. Dirûşma "Dilê me canê me Apo ye Serokê me" ku ji aliyê jinan ve hate berzkirin jî bal kişand.
BANGA TEVLÎBÛNA YPG'Ê
Di axaftinên ku di meşê de hatin kirin de, komkujiya Şêx Meqsud hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku pêwîst be dê li dijî rejîma Baasê şerê çekdarî bê kirin. Di axaftinan de bang li ciwanên derdikevin derveyî welat û Başûrê Kurdistanê jî hate kirin û ji wan hat xwestin ku tevlî serhildanê bibin. Di axaftinên ku hate gotin dê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gel bi parêz e, lewma divê gel ji bajarên xwe dernekevin de, bang li hemû ciwanên kurd û netewên din hate kirin ku tevlî refên YPG'ê bibin.
Meşa li ser Cadeya Munîr Helîl dom kir, li xaçerêya Qermûtê bidawî bû ya ku li ser rêya diçe deriyê sînor ê Nisêbînê bi dawî bû.