Li Qamişloyê 25 ciwanên kurd hatin binçavkirin

Li Qamişloyê 25 ciwanên kurd hatin binçavkirin

Hêzên rejîma Suriyeyê ku ev çend roj in li Rojavayê Kurdistanê ciwanên kurd bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne digirin, îro jî li bajarê Qamişlo zêdetirî 25 kesan binçav kirin.

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê hêzên rejîmê di saetên nîvro de bi ser mal û kargehan de girtin. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê li Taxa Kudurbeg û Suka Şênî ya li navenda bajêr bi ser mal û kargehan de girtin û zêdetirî 25 kesan bi hinceta ku qaçaxên leşkeriyê ne, binçav kirin.

Hate gotin ku di destê leşkeran de lîsteyek heye û li gorî vê lîsteyê kesan digirin. Kesên hatine girtin dinavbera 18 û 30 saliyê de ne. Kesên hatine girtin bi wesayîtên leşkerî birin navenda leşkeriyê.