Meşa Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) a ku ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Ji Ocalan re Azadî" ya dê ji ber avahiya BDP'ê heta Parka Koşuyoluyê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Bi dehan wesayîtên zirxî û sedan polîsên hêzên çewîk avahiya BDP'ê ya Amedê hate dorpêçkirin û ji meşê re destûr nehate dayîn. Jinan helwesat polîsan bi çepik, tîlîlî û sloganan şermezar kir. Sekna rageşî ya li ber avahiya BDP'ê didome.