HPG’ê ragihand ku gerîlayan careke din li dijî Qereqola Oremarê çalakiyek li dar xistin û diyar kir ku operasyona li navçeya Qaxizmana Qersê hatiye destpêkirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 26'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan. Encama kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 28'ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-12.30'an de li dijî herêma Şûtê ya bi ser Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata daristanên li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk li Qaxizmanê jî operasyonek daye destpêkirin û ev agahî da; “Di 27'ê Tebaxê de di navbera navçeya Qaxizmana Qersê û Agiriyê li dijî herêma Çemçê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê ya li derdora zoman berdewam dike.”