Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hemberî navçeya Elkê ya Şirnexê, zêdetirê 200 leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Elkê û Fermandariya Tûgaya Elkê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê tedawiya psîkolojîk dibînin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkerên ên Şirnex piştî çalakiya bi bandor a gerîlayên HPG’ê li hemberî Elkê li dar xistin, ji bo tedawiya psîkolojîk dişînin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di nava hefteyekê de zêdetirê 200 leşker û fermandarên leşkerên artêşa Tirk anîne nexweşxaneya ku 250 textên wê yên razanê hene.
Hate zanîn ku li Nexweşxaneya Leşkerî cihê vala nemaye, piraniya leşkerên anîne vê nexweşxaneyê ji Fermandariya Cendirmeyan û Fermandariya Tûgayan ên Elkê anîne.
Gerîlayên HPG’ê di 2’yê Îlonê de bi awayeke bi bandor li hemberî avahiyên leşkerî û hukmî yên dewleta Tirk li dar xistin. Li gorî HPG’ê di çalakiya bi bandor de herî kêm 54 leşker, polîs û tîmên taybet hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Di heman pevçûnê de helîkopterek hat xistin û gelek amûrên leşkerî hatin destserkirin. Lê li gorî çavkaniyên fermî yên dewleta Tirk 10 leşker hatin kuştin. Ji wê rojê heta niha çalakiyên gerîlayan ên li navçeyê berdewam dikin.