Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer û pevçûnek dijwar diqewime. Hate zanîn ku leşker bê ser û ber li derdora xwe guleyan dibarîne û şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de daketiye nava navçeyê. Gelek helîkopter ji Geverê ber bi Şemzinanê ve firiyan. Di saetên êvarî de gelek balafirên şer ji Amedê jî rabîbûn.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî saed di 20.40'an de 2 teqîn pêk hatin, di navbera leşker û gerîlayan de şer qewimî. Şerê ku saetek berê dest pê kir, her ku diçe mezin dibe. Piştî ku gerîlayêN HPG’ê êrîşî Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê, Qeymeqamîe û Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê kir, pevçûnê dest pê kiribû û piştî 2 teqînên dawî şer gurr bû. Piştî şerê li nêzî Şemzînanê dest pê kir, welatî tev ketin malên xwe.
Hate zanîn ku şerê Tabûra Komandoyê Çiyê û Fermandariya Tugaya Sînor a 34'emîn li taxên Kiliç û Yenî yên Şemzînanê gurr dibin. Leşker ser û ber gule û topan dibarîne.
Hate zanîn ku helîkopter ji Geverê ber bi Şemzînanê de firiyan. Der barê mirî û birîndaran de agahî nehatin bi destxistin.