Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem şanogerê Kurd Gafur Dogan bi nasnav Hêvî Şanoger ku di 27’ê tebaxa sala 2004’an de dema ji bo festîvala şanoyê diçû Kerkûkê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bîranîn
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem şanogerê Kurd Hêvî Şanoger bi tevlîbûna endamên Tevgera Çand û Huner ya Wargehê (TEV-ÇAND) û gelê wargehê li ser gora xwe hat bîranîn. Li ser navê TEV-ÇAND’ê endama Rêveberiya TEV-ÇAND’ê Ruha Amanos diyar kir ku, Hêvî mirovekî şoreşger, hunermend, şanoger û fedakar bû û di heman demê de şano weke felsefeya jiyana azad ya gel digirt dest û wiha got: "Her çi qasî Heval Hêvî li cihekî weke Îzmîrê jiyabe jî qet tawîz neda dijmin û bandorên neyênî. Dema Heval Hêvî tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan jî bû, xebatên xwe hîn xurtir û bi biryartir berdewam kir.
Heval Hêvî jiyana xwe ya şanogeriyê bi ya gêrîlatiyê re kiribû yek. Kedeke mezin ya Heval Hêvî di şanogeriya kurdî de heye. Di roja me de li her kolan û taxên Kurdistanê şanoger berhemên xwe pêşkêş dikin. Ev bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan û şoreşgerên mîna Heval Hêvî pêş ket. Em wek TEV-ÇAND’ê şopdarên xeta şehîdên xwe ne."
Piştî axaftina Ruha Amanos kesên ku Hêvî Şanoger nas dikirin li ser jiyan û kesayeta Hêvî Şanoger nêrînên xwe anîn ziman. Dayik Zeynep Benzer li ser jiyan û kesayeta Hunermend Hêvî wiha got, "Hevalê Hêvî bi tarzê jiyana xwe û bi danûstendinên ku bi gel re pêş dixist mînak bû."
Piştî axaftinan girsê, dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.