Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihandin ku gerîlayê ku di gulana 2011 de li Merîwanê bi birîndarî ji hevalên xwe qut bû, piştî lêkolînek domdirêj hate zanîn ku jiyana xwe ji dest daye.
Koordînasyona PJAK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku gerîla Pûrya Selawetî yê bi nasnavê Çiya Berxwedan, piştî şerê di navbera gerîlayên HRK’ê û artêşa Îranê de di gulana 2011 de ji yekîneya gerîlayan qût bûye û piştî lêkolînên demdirêj hate zanîn ku jiyana xwe ji dest daye.
PJAK’ê ji bo malbata gerîla Çiya Berxwedan û hemû gelê Kurdistanê sersaxî xwest. Li gorî agahiyên PJAK’ê dane gerîlayê PJAK’ê Pûrya Selawetî bi nasnavê Çiya Berxwedan di sala 1987’ê de li bajarê Sine ji dayîk bûye.