Gerîlayên HPG’ê, li navçeya Pazarcix a Mereşê, li dijî tîmên taybet ên cendirmeyan çalakiyek li dar xistin, li Osmaniyeyê jî trena bar kirin hedef. Gerîlayan li Şemizînanê rê kontrol kirin û 60 wesayît rawestandin. Her wiha, li navçeya Çadlirana AKP’yiyan gule li gerîlayan reşand. Gerîlayan jî wesayîtên AKP’yiyan şewitandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan, operasyon û bombebaranên li Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da.
Navenda Çapemenî-HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Mereşê de ev agahî da; “Di 29'ê Tebaxê de di saet 19.00'an de li navçeya Pazarcixa Mereşê li nêzî gundê Olukbaşiyê li dijî tîmên tevgera taybet a cendermeyan ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî texrîp bûye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin riya li herêmê bi qasî saetekê girtiye pişt re jî kuştî û birîndarê xwe bi embûlansan ji herêmê dûr xistiye.”
AKP’YIYAN GULE LI GERÎLAYAN REŞAND
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 29'ê Tebaxê de di saet 21.00'an de li navçeya Çaldirana Wanê li dijî du gerîlayên li nêzî gundê Dasinayê çûne wezîfeyê ji aliyê du kesên AKP'yî gule hatine barandin wiha hat gotin; “Ji ber li derdorê zarok û jin hene gerîlayên me bersiv nedane, 2 wesayitên vî kesî jî bi şewitandine hatine rûxandin.”
HPG’Ê ÇALAKIYA LI OSMANIYEYÊ LI DIJÎ TRENÊ GIRT SER XWE
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 30'ê Tebaxê de di saet 09.30'an de li navçeya Bahçe ya Osmaniyê li dijî trênê bar ên alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin got; “Di encama vê çalakiyê de riya trênê zirar dîtiye, 4 vagonê bar jî terîb bûne.”
60 WESAYÎT HATIN RAWESTANDIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 30'ê Tebaxê de di navbera saet 09.00-15.00'an de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 60 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontorlkirin û di di derbarê pêvajoyê de ji gel re agahî hatine dayîn.”
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞA BI OBÎS Û HEWANAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Ji 29'ê Tebaxê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmên Geliyê Zap, Hînê û Helwesîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatine bombekirin. Piştî bombebaranê şewata daristanê ya li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Hat diyarkirin ku di 31'ê Tebaxê de (îroj) di navbera saet 02.00-05.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxo li dijî Kato, Dola Sûlê, Neqeba PKK'ê û Geliyê Gundê Bektoryaya bi ser Heftenînê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 29'ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî quntarên Korxê û Girê Cûmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristana ya li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; “Di 29'ê Tebaxê de li ser riya Şirnex û Diha Sêrtê Mehmet Alî Nazê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînên îdarî û huquqî bi dawî bûye serbest hatiye berdan. “