Li Mêrdînê ciwanê 18 salî întîhar kir

Li Mêrdînê ciwanê 18 salî întîhar kir

Li gundê Işikli yê ser bi navçeya Qosera Mêrdînê, hate ragihandin ku ciwanê binavê Mahmût Dogan yê 18 salî dema ti kes li malê nebû bi tifenga nêçîrê xwe întîhar kir.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, Mahmût Doganê li gel malbata xwe li gundê Işikli ya navçeya Qoserê, îro di demjimêrên nîvro de dema ku ti kes li malê nebû, bi tifenga nêçîrê ya bavê xwe daye ber singê xwe û reşandiye. Xizmên wî ji ber dengê çekê bezîn odeyê, dîtin ku Mahmût Dogan di nava xwînê de ye û girane. Malbata ku xwest Dogan rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dir ê de jiyana xwe ji dest da. Heya niha sedemê întîhara Dogan nehatiye zanîn, Dozgeriya Komarê ya Qoserê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpê kirin.