Li Licê helîkoptera Skorsky ket: 1 mirî, 6 birîndar

Li Licê helîkoptera Skorsky ket: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Licê ya Amedê helîkoptera bi tîpa Skorsky ket. Li gorî agahiyên pêşî, leşkerek mir û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li herêma baregeh a gundê Ebali yê navçeya Licê ya Amedê saet di 12.00 de helîkopterek ket. Di encamê de, li gorî agahiyên destpêkê leşkerek mir û 6 leşker birîndar bûn.

Hate zanîn ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê û li wir têne dermankirin.

Wezîrê Qûd, Çandinî û Ajalvaniyê yÊ Tirk Mehdî Eker li navçeya Farqîna Amedê bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku helîkopter li têla ceyranê ketiye û ji ber wê ketiye.

Rayedarên Tirk da zanîn ku helîkopter li têla telefirîk a ku pê xwarinê li baregehên leşkerî re dibirin, ketiye û ketiy xwarê.

Çavkaniyên xwecihî jî da zanîn ku li wir tu têl tunee ye û diyar kirin ku telefirîkên li wir herî zêde 40 metre bilind in, li wir helîkopter evqas nizm nafirin.

Hêjayê gotinê ye ku li cihê ku helîkopter lê ketiye, gerîlayên HPG’ê gelek caran çalakî li dar dixin û rê kontrol dikin. Çavkaniyên xwecihî didin zanîn ku dibe helîkopter ji aliyê gerîlayan ve hatibe xistin. Lê heta niha HPG’ê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.