Li Sêrt, Amed, Semsûr û Dêrsimê amadekariyên mitîngên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê yên bi navê "Çareseriya demokratîk û muzakere" bên lidarxistin, bi daxuyaniyên çapemeniyê belavkirina belavokan ber dewam dikin. Ji bo tevlîbûna mitîng û çalakiyan bangawazî hate kirin.
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê, bi boneya çalakiya ji aliye Şaredariya Dihê ya 1'ê Îlonê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê BDP'ê yê bajar Seracettîn Kayran diyar kir ku, ew ji bo gel tevlî şahiya 1'ê Îlonê bikin xebatan bê navber dikin. Kayran ji bo şahiya li Dihê bê lidarxistin bangawaziya tevlîbûnê kir.
BISMIL
Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji bo mitînga "Çareseriya demokratîk û muzakere" ya dê di 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê belavok belav kirin û banga tevlîbûna mitîngê hate kirin. Koma di nav de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Şaredar Cemîle Emînoglu, hevserokên BDP'ê yên navçeyê Yasemîn Şegmusoglu û Nîzamettîn Azad, endamên meclîsa şaredariyê û bi dehan welatî jî heyî esnafên navçeyê yek bi yek geriyan û ji bo tevlîbûna mitînge bangawazî kirin.
FERQÎN
Li navçeya Ferqînê ya Amedê, bi heman armancê bi sedan belavok hate belavkirin. Koma ji Endamê Koordîsayona Lijneya KCD'ê û Parlementerê BDP'ê ye Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, revêberên BDP'ê yên Amed, navçeyên Ferqîn û Xazroyê, endamên meclîsa bajer û şaredariyan, Komeleya Melayên Meya Farqîn (MEFÎDER) û gelek welatî jî heyî esnafên navenda navçeyê geriyan bihezaran belavokên bangawaziya mitînga 1 îlonê dika yên bi Kurdî û tirkî belav kirin. Zenderlîoglu dema belavok belavkir bang li welatiyan kir û wiha axivî: "Em dixwazin ji bo lîstîkên AKP'ê xira bikin, ji bo aşitiyê, ji bo biratiyê û azadiyê em benda piştgiriya wenê."
SEMSÛR
Platforma Demokrasiya ya Semsûr û Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê, tekildarî 1'ê Îlonê daxuyaniya çapemeniyê li Parqa Demokrasiyê li dar xist û heta ber DSÎ'yê zîncîra aştiyê pêk anî. Piştre li ber avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ji bo tevlîbûna bangawazî hate kirin.
DERSÎM
Li Dersîmê ji bo mitînga 1'ê îlonê ya di bin peşêngiya HDK'ê de tê lidarxistin li avahiya Platforma Şaxên KESK'ê ya Dêrsimê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de ji bo mitînga li Qada Seyît Riza di demjimêr 11.00'an de pêk bê bangewazî hate kirin. Dê Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî tevlî mitîngê bibe.