Li Kobanê zarokên di xew de bûn bi guleyan birîndar bûn

Li Kobanê zarokên di xew de bûn bi guleyan birîndar bûn

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê 2 zarokên keç dema li ser banê xaniyê xwe di xew de bûn, bi guleyên ku nediyar e ji ku ve hatine, birîndar bûn.

Li gorî agahiyan bûyer duh êvarê qewimî. Hate ragihandin ku zarokên bi navê Yasmîn Qadir Nebû (6) û Inêtra Nasir Seferî (10) dema li ser banê xaniyê xwe di xew de bûn, bi guleyên ku ne diyar e ji ku ve hatine, birîndar bûn. Herdu zarokên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Kobanê.

Hate gotin ku ev demeke gelek kesên bi vî rengî li ser xaniyan, an jî li mala xwe û li şahiyan bi guleyan birîndar bûne, birin Nexweşxaneya Kobanê.