Li Kato pevçûnên dijwar, herî kêm 6 leşker mirin

Li Kato pevçûnên dijwar, herî kêm 6 leşker mirin

Helîkopterên kobra yên ku çiyayê Kato yê navçeya Elka Şirnexê bombebaran dike, gêrîlayên HPG’ê jî bi roket û çekên lûle dirêj bersiv da. Tê diyarkirin ku, di pevçûnan de herî kêm 6 leşker min.

Leşkerên ku çûne Çiyayê Katoyê Marînûsan yê li Zozanên Laleşînê yên ser bi navçeya Elka Şirnexê, ji ber sedema pevçûnên dijwar nekarîn pêş de biçin, gêrîlayên HPG’ê bi roket û çekên lûle dirêj bersiv dan helîkopterên kobra yên Çiyayê Katoyê Marînosê bombebaran dikin û bi kamerayan jî hatin kişandin. Pevçûnên li Çiyayê Kato bidirêjahiya rojê didomin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, herî kêm 6 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne