Li kampên penaberên Rojava ên li Dihokê çi diqewime?

Li kampên penaberên Rojava ên li Dihokê çi diqewime?

Di êvara 28’ê Tebaxê de li kampa penaberên ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Xinis a li Dihokê, di navbera pêşmerge û penaberan de pevçûnek qewimî. Di encama pevçûna çekdarî de kesek jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 3 kes birîndar bûn. Malbabata kesê jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku gule li serê kurê wan xistine û bal kişand ser şert û mercên xirab ên kampê.

Ji ber krîza di adara 2011 de li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, ji ber pirsgirêkên ewlekarî û aborî, bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê koçberê welatên cîran bûn. Bi taybet Kurdan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Penaberên li van kampan bi pirgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Herî dawî di encama pevçûna li kampa Xinisê de kesek bi navê Selîm Elî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyek nêzîkê malbata Selîm Elî ya li Ewêce ya Qamişloyê da zanîn ku beriya hefteyekê kurê wan Selîm bi telefonê bi malbatê re axiviye û daye diyarkirin ku ev 15 roj in tu erzaq ji wan re nehatiye û ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rûne.

Her wiha, çavkaniyê da zanîn ku ciwanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê di kampek leşkerî de tê ragirtin û li wir tên perwerdekirin. Ji ber şert û mercên xirab û zor ên van kampan, ciwanan xwestine vegerin Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê daxwazê alozî di navbera rayedarên kampê û ciwanan de derketiye. Li gorî agahiyan, yek ji rayedarên kampê gule li serê Selîm Elî xistine û kuştine. Hate zanîn ku di gulebaranê de 4 kesên din jî birîndar bûn û heta niha der barê aqûbeta wan de tu tiştek nayê zanîn, an jî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Malbata Selîm, da zanîn ku kurê wan ê 25 salî ji ber rewşa wan a aborî ya ne baş beriya 8 mehan çûye Başûrê Kurdistanê û got; “Ji ber ku rewşa me ya jiyanî û aborî ne baş e, kurê me çû. Gotin ew ê mehane (mûaş) 40-50 hezar dolar bidin wan.”

Malbata Selîm dan zanîn kû `` Kurê wan Selîm yê temen 25 salî berî heşt (8) heyvan derbasî herêma Kurdistan Iraqê bûye, ji ber kû rewşa wan ya jiyanî, abûrî nebaş bû her weha soz û xapandinên kû ji wan re hatine gotin, weke; `dê her yek meaşê wan derdora 40-50 hezar Lîreyê Sûriye di heyvê de bidin wa``.

Termê Selîm Elî, şandin bajarê Dêrka Hemko ya Rojavayê Kurdistanê û piştî demek li Nexweşxaneya Navendî ya Dêrikê ma, ji wir jî şandin gundê lê ji dayîk bûye, yê Ewêcê yê Qamişloyê.