Bi boneya protestokirina 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li navçeya Hezexa Şirnexê bi molotofan êrîşê 8 dibistanan kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Hezex a Şirnexê, dibistanên seretayî yên Baner Cordan, Ataturk, Fatih, Cumhuriyet û Anafartalar û Amadeyiya Hezexê, Amadeyiya Pîşeyî ya navçeyê li rastî êrîşên bi molotofan hatin.
Ji ber êrîşê dibistan ziyanên mezin ên madî dîtin û malbatan zarokên xwe ji dibistanan girtin. Midûrieyta Perwerdehiya Navçeyê navber da dibistanan û ji Şirnex û Êlihê polîs şandin Hezexê. Li navenda navçeya Hezexê jî derabe nehatin vekirin.