Hate zanîn ku li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya Serokê Lijneya Ewlehiya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata Herêmê Mesrur Barzanî, dîplomatên Tirk, Amerîka, Îsraîl û rêveberên hinek partiyên ji Rojavayê Kurdistanê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civînek hatiye lidarxistin. Hate ragihandin ku di civînê li ser bicîhkirina pêşmergeyan a li Rojavayê Kurdistanê û bisînorkirina hêza PYD’ê hatiye rawestîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civîn di 2’yê îlona 2012 de li Hewlêrê pêk hatiye. Belgeya ku kopiyek wê gihişt ber destê ANF’ê vê civînê û biryarên wê piştrast dike. Heta niha rayedarên Başûrê Kurdistanê tu daxuyaniyek nedane. Di 25’ê tebaxa 2012 de jî belgeya veşarî ya ji aliyê Wezareta Derve ya Tirk ve ji Konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê re hatibû şandin, aşkere bibû. Hat diyarkirin ku MÎT’ê bi Salih Bedredîn ê ji Sûriyeyê û bi eslê xwe Kurd e re hevdîtin pêk anîne û xwestine ku hêzên Kurd bi muxalîfên çekdar ên Ereb re bibin yek.
Di civînê de ku li dijî PYD û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, hat gotin ku divê hemû partiyên din ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî reşkirina PYDê û Meclîsa Gel bixebitin û wiha tê gotin; “Divê Desteya Bilind ji bo ku bandora Meclîsa Gel a girêdayî PKK’ê kêm bikin, hebûna xwe bidomîne.”
Di civînê nepenî de ku belgeya wê ket destê ANF’ê, rayedarên Başûrê Kurdistanê yên PDK û YNK, nunerên DYA, Îsraîl û Tirk û hin nunerên partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê jî beşdar bûne. Piştre civîn bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih dom kir. Di civînê de biryarên hatine girtin, hatin erêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ev kes beşdarî civînê bûne;
Evdilbaqî Yusuf: Nunerê Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê, Evdilbasid Hemo: Nunerê Partiya Yekîtî Kurdistanî li Suriyê, Evdilhekîm Beşar: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdên Suriyê, Nureddîn Hemîd Birîmo: Sekreterê Partiya Rastî ya Kurd a Başurê Kurdistanê, Selah Bedreddin: Sekreterê berê yê Partiya Yekîtiya Gelê Kurd a li Suriyê û Berpirsyarê Saziya Kawa ya Çanda Kurdî li Başûrê Kurdistanê, Nunerek Wezîrê Karên Derve yê Tirk, Sefirê Amerîkayê yê Urdunê, Nunerek ji Sefaretxaneya Îsraîlê ya Almanyayê, Nunerê MOSAD’ê ye li Başure Kurdistanê, Serokê Lijneya Ewlehiya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata herêmê Mesrur Barzanî, Kûsret Resul: Endamê Polîtburoya YNK’ê, Fazil Mîranî: Sekreterê Polît Buroya PDK’ê.
Li gorî belgeya hatiye bidestxistin, di civînê beşdaran li ser van mijaran li hev kir:
“-Tirkiye li hemberî avakirina sîstema federal a li Suriyeyê astengiyan dernaxe û pêwist bike dê alîkariya leşkerî û aborî bide. Her wiha dê ji bo derbaskirina yekineyên pêşmergeyan a Rojavayê Kurdistanê alîkariyê bike. Ev alîkarî heta ku hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê çêdibin, dê bidomin.
-Tirkiye amade ye bi şertê ku li Dêrik, Cindirês û Kobanê 3 balefirgehên leşkerî bêne çêkirin, bi awayekî vekirî ji xezîneya dewletê alîkariya pereyan bike.
-Partiyên din ên kurdan dê hemû karên xwe li ser esasê reşkirin û xirabnîşandana baskê PKK’ê yê li Suriyeyê PYD’ê bimeşînin. Di van xebatan de dê sazî û heyetên girêdayî PYD’ê ne fermî û ku temsîliyeta kurdan nake, bêne nîşandan.
-Divê Desteya Bilind ji bo ku bandora Meclîsa Gel a girêdayî PKK’ê kêm bikin, hebûna xwe bidomîne.”
Çavkaniyên ku agahî dan, diyar kirin ku piştî nîqaşan ji bo ku kesên beşdarî civînê bûne, biryarên hatine girtin bi partiyên xwe re parve bikin, 6 saet navber hate dayîn. Piştre civîn bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih dom kir. Di civînê de biryarên hatine girtin, hatin erêkirin.
Hate gotin ku di dawiya civînê de jî Evdilhekîm Beşar ev axaftin kiriye: “Miletê kurd, xiristiyan û cihû li Rojhilata Navîn nayên qebûlkirin. Divê ev milet bibin yek da ku li herêmê bibin hêz. Em Ermenî û Zerdeştî bûn, lê Selhedîn Eyubî em bi zorê kirin misliman. Em, xiristiyan û tirk dostên hev in.”
LI EFRÎNÊ ÊRÎŞ KIRIN
Balkêş e ku piştî civînê, ango di 27’ê îlonê de l bajarê Efrînê komek çeteyên çekdar, êrîşî mala endamên Komîtiya Parastina Sivîl kirin. Di encama pevçûna derket de 2 çete û endamekî parastina sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komeke çeteyên çekdar li gundê Îska yê girêdayî Navçeya Şêrawa ya Efrînê, saet di derdora 10.00'an de êrîşî mala endamek ê Komîteya Parastina Sivîl Elî kirin. Di encama êrîşê de pevçûn derket û ji êrîşkaran 2 kes mirin û endamek parastina sivîl jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku ev komên çeteyan çek, pere û fermanan ji Tirikiyeyê digirin û girêdayî Selah Bedredîn ku niha li Tirkiyiyê rudine. Heman çetan çend roj beriya vê êrîşê jî, dîsa li Şêrawa êrîşî mala welatiyekê kiribû û di encamê de kesek birîndar bibû. Tê gotin ku Partiya Azadî jî piştgiriyê dide van çeteyan.
Selah Bedredîn Serokê Partiya Îttîhat Eşşam a li Rojavayê Kurdistanê bû. Piştre demekê çû Iraqê û di bin parastina rejîma Sedam de ma. Piştre jî demekê li Başurê Kurdistanê ma û herî dawî jî çû Tirkiyeyê.
Di meha pûşperê de jî Wezareta Derve ya Tirk li konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê re belgeyek veşarî şand. Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewlêr e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî PYD bû.
Belgeya li ser navê ‘Midûriyetên GÎGY Û AÎGY ku girêdayê AGÎM as serokatiya Wezareta Derveya ya T.C (komar tirk), Têkildarî Saziyê Ji Destan veşariye’ bi koda ‘ÎHALA-8214TKL-TAR’ ji konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê re hatibû nivîsin.
Herêma Kurdistanê, li Bakur li dijî PKK, li Rojavahiyê Kurdistanê PYD û Rojhilatê Kurdistanê jî PJAK’ê re di heman konseptê de ye. Li gorî naveroka wê belgeyê bi polîtîkayên Tikriyeyê yên der barê Suriyeyê de dişibin hev. Her wiha, di belgeyê de di xebatên dezenformasyon, propganda û îstîxbaratê bi taybetî roleke girîng didin PDK’ê.
PLANA KOÇBERKIRINÊ
Digel vê jî, di belgeyê dihat xwestin ku Tirkiye weke dostê Kurdên Sûriyeyê bê nîşandan û PKK jî weke ku ziyanê dide Kurdan bê nîşandan. Di madeya çaremîn a bi şiqa “c” wiha tê gotin; “Ger şerek li herêmê çêbibe, divê berê Kurdên Sûriyeyê bidin Tirkiyeyê û beşek ji wan jî bişîne Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) û bi taybet jî herêmên di bin kontrola PDK’ê de.”
Hêjayê gotinê ye ku ev yek plana koçberkirinê bi nûçeya di 26 Pûşper 2012 de, ANF’ê ya bi sernûçeya “Gelo Hewlêr dixwaze Kurdên Rojava koçber bike?” ev belge piştrast kiribû.