1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê beşdariya hezaran kesî bi pêşengiya Tevgera Civak Demokratîk (TEV-DEM) hate pîrozkirin.
Girseya duh saet di 17.30 de li ber Dêra Aşûriyan a li taxa Tilhecer kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtin bo hemû kesên ku canê xwe kirin qurban bo azadiya gelê kurd hate rawestan, meşvana meşa xwe dest pê kirin.
Di meşê de beşdariya jina kurd û pêşengiya wê ji meşvanare tişta herî balkêş bû. Her wiha, pankartên ku tundî û kuştinê şermezar dikin û doza aşîtiyê dikin ji aliyê zarokên kurd ve hatin hildan. Piştî ku meşvanan bi sloganan gihiştin navenda taxê û li ber Pira Nasrayê ya riya trênê kom bûn.
Endamê TEV-DEM ê Sebrî Efrîn ji girseyê re axivî û di axavtinaxwe de Roja Aştiya Cîhanê li hemû gelê kurd pîroz kir. Piştre Efrîn bal kişand ser rewşa gelê Sûriyeyê ku rojane bi bi dehan kesên sivîl dibin qûrban û siyaseta kuştinê ya rejîma Esad
Efrîn bal kişand ser polîtîkayên li hemberî ciwanên Kurd tên meşandin û diyar kir ku dixwazin berê ciwanên Kurd bidin leşkeriyê, Başûrê Kurdistanê an jî Tirkiyeyê. Efrîn kesên vê yekê dikin weke dijminên gelê Kurd bi nav kir.
Efrîn got; “Em dikarin bi rêveberiya xwe ya xweser ciwanên xwe biparêzin, her weha banga min ji bo hemû ciwanan ew e ku tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin û gelê xwe, dayik û bavê xwe biparêzin, em li Hesekê dikarin mîna qehremaniya xelkê Qamişlo, Amûdê û Helbê xelkê û ciwanê xwe ji destê rêjîmê biparêze.”