Hate hînbûn ku, ber bi herêma Besta ya Şirnexê ve sewqiyata leşkerî hate kirin.
Li Şirnexê piştî di 19'ê Tebaxê de li dijî navenda polîsan û avahiya hêzên çewîk êrîş pêk hat tevgera leşkerî berdewam dike. Hate ragihandin ku, gelek helîkopterên kobra ji Fermandariya Tumena Sînor ya Şirnexê rabûn ber bi Herêma Besta ve firiyan. Hate hînbûn ku, di demjimêr 05.00'an de liv û tevgera leşkerî dom dike û gelek leşker ber bi herêmê ve hatin veguhestin.