Li hemberî civîna nepenî nerazîbûnên tund

Li hemberî civîna nepenî nerazîbûnên tund

Partî, rêxistin û meclîsên li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî civîna nepenî ya ku li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya dîplomatên tirk, Amerika, Îsraîlê û rayedarên rêveberiya herêmê hatibû lidarxistin, nerazîbûnek tund nîşan da. Nûnerên saziyan diyar kirin ku ew bi tu awayî desturê nadin hewldanên ku gelê Rojavayê Kurdistanê esas nagirin û ew ê li dijî vana têbikoşin.

Piştî ku derket holê li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya Serokê Lijneya Ewlehiya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata herêmê Mesrur Barzanî, dîplomatên Tirkiye, Amerîka, Îsraîl û rêveberên hinek partiyên li Rojavayê Kurdistanê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civînek nepenî hatiye lidarxistin, nerazîbûn hatin nîşandan. Nûnerên partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî civîna ku li ser bicîhkirina pêşmergeyan a li Rojavayê Kurdistanê û bisînorkirina hêza PYD’ê hatiye rawestîn, bertekên tund nîşan dan.

TEV-DEM: EV HEWLDAN BERÊ BI SER NEKETIN, BI SER NAKEVIN

Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Hediye Yusuf, nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ev civîn beriYa niha jî çêbibûn. Armanca wan ew e ku li Rojavayê Kurdistanê pêşiya statuya azad bigirin, pêşengiya TEV-DEM û PYD’ê bigirin. Dixwazin careke din statuya siyasî ya gelê kurd, xweseriya ku pêş dikeve parçe bikin û kurdan careke din ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê çawa ku heta niha planên wan ser neketine, îro jî bi ser nakevin. Ji ber ku di Rojava de hêza bi pêşengiya TEV-DEM’ê de pêş dikeve, xweseriya demokratîk ku bi sazî û dezgehan tê avakirin dê bibe bersiva herî xurt. Helwesta me ew e ku em gelê xwe birêxistin bikin, meclîsan ava bikin, em hêza wê ya parastinê bi rêxistin bikin da ku karibe li hemberî her hêzek êrîşkar parastina xwe rewa bike. Em ê tu carî rê nedin tu kesî ku li pêşiya rêveberiya xweser a kurdan bibe asteng, ji bovê çi pêwîst be ew ê bê kirin. Gelê Rojava dê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêz e. Her wiha em ê bi siyaseta demokratîk jî bersiv bidin.”

YPG: EM RÊ NADIN KU TU HÊZ BIKEVIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Ji rayedarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nujîn Amudê berteka xwe wiha anî ziman: “Em vê plana ku ji derve li ser Rojava tê çêkirin tu caran qebûl nakin. Ji ber ku tişteke ne li hundir be, ne ya xwediyê wê ye. Ger ku feydeyek wê hebuya dê bi gelê li vir re bihata çêkirin, lê em lêdinêrin ku bêyî agahiya gel, bêyî ku nêrînên gel û nûnerên wan bêne girtin, hinek hêz li gorî berjewendiyên xwe civiyane, ji xwe re biryar girtine. Lewre em qebul nakin. Em rê nadin tu kes an jî hêzek ku dixwaze ji derve were Rojavayê Kurdistanê. Ne derbasbûna pêşmergeyan, ne tirkan qebûl nakin. Dîsa hinek dibêjin ku dê gerîla bêne Rojavayê Kurdistanê, lê em wana jî qebûl nakin. YPG hêzek hindurîn e û xwe bi bixwe birêxistin dike. Bi vî rengi têrî xwe dike, jixwe her roj bi dehan ciwanên Rojava tevlî refên YPG’ê dibin. Tugayên xwe ava dike û dibe hêzek mezin.”

PYD: EM Ê LI HEMBERÎ HEMÛ HÊZAN LI BER XWE BIDIN

Endamê Desteya Birêvebir a PYD’ê Nurî Mehmud jî têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em wekî PYD’ê, vê civîna veşartî, tiştekî li derveyî berjewendiyên civaka Rojavayê Kurdistanê dibînin. Ev civîn nêzî salvegera komploya navneteweyî pêk hatiye. Ev jî careke din nîşan dide ku komplo di kesayetiya Birêz Ocalan de li dijî hemû kurdan, berjewendiyên wan pêk hatiye û hîn dom dike. Di vê civînê de partiya me hedef hatiye nîşandan, lê em wekî PYD’ê hêza civakê derdixin pêş û bûne hêza civakê, bûne gel. Lewre hêzên sermayedar ku serkêşiya wan Amerîka dike, dixwazin bihêzbûna civakê vala derxînin. Li hemberî vana em ê di rêxistinbûnê û parastina nirxên gel de israr bikin. Li hemberî her hêzekê em ê li berxwe bidin.

Dîsa em ê ji bo yekîtiya neteweyî israr bikin. Em Desteya Bilind a Kurd wekî tifaqek di navbera partiyên kurd de dibinin û girîng e, lê em yekîtiya netewî di yekîtiya civakê de dibînin. Lewre em ê giraniyê bidin ser xebatên yekîtiya civakê. Hêzên ku di bin navê yekîtiyê de li Qahîre, Stenbolê civînan li dar dixin, gel nafikirin û berjewendiyên xwe esas digirin. Ji ber vê yekê em ê li dijî van hewldanan birêxistinkirina civakê esas bigirin. Di vê çarçoveyê de em ê di yekîtiya netewî de israr bikin, lê li dijî hewldanên bi vî rengî, hewldanên ku yekîtiyê xirab dikin jî em ê li berxwe bidin.”

ENDAMÊ ENCUMENA NÎŞTIMANÎ: DIVÊ EM BERÊ XWE BIDIN QAMIŞLOYÊ

Endamê Encumena Niştimanî Evdirrehman Welo jî, li ser mijarê wiha axivî: “Em dixwazin wekî Meclîsa Niştimanî û Meclîsa Gel ji bo civaka kurd yekîtiyekê ava bikin. Em niha gihîştine merheleyek girîng. Lê em di astek ku tê xwestin de nîn in. Bê guman divê civînên me li Qamişlo çêbibin. Heta ku em berê xwe nedin Qamişlo em nikarin encamek baş bigirin. Belê hêzên din ên kurd, birayên me yên li perçeyên din bixwazin piştgiriyê bidin me, ev tiştek gelekî baş e, lê ger ku bixwazin berê me bidin xwe, doza me girêdayî xwe bikin, em qebûl nakin. Bê guman ji bo ku em doza xwe bigihînin encamê, Hewlêr û Qendîl ji bo ku gelekî girîng in. Li vir 2 tişt ji bo me lazim in, yek siyasetek hevpar û xurt e. Yek jî qebûlkirina ferq û cudahiyên hev dû ye. Em dikarin bi vî rengî pêşiya her neweyiyekê bigirin. Divê her yek ji me li gorî hêza xwe hevkariyê bike.

Li gorî qeneta min, derdorên diwazin bi taybetî PYD’ê li derve bigirin, tiştekî gelekî nebaş dikin. PYD hêzek kurdî ye û wê bidin aliyekê, kêmasiyek e. Hinek kesayet belkî hewldanên ne baş dikin, naxwazin serkeftin çêbibe. Lê nabe ku em li dijî hev gotinan bêjin. Ev gotin û hewldan, hewldanên kesayetî ne û em qebûl nakin. Ku em li dijî hev nebin, em her roj pêş dikevin, em ê bi ser bikevin. Ez jî li dijî van in û ji bo serkeftina doza kurd, dê bixebitim. Ku bibe sedema jiyana min jî, ji bo serkeftinê ezê li pey vê dozê bim.”

Em hêzên wekî Artêşa Azad li Rojavayê Kurdistanê naxwazin. Avakirina YPG’ê tiştekî gelek baş e. Di pêşerojê de rast û dirust bê meşandin, em ê welatê xwe biparêzin. Em herêma xwe teslîmî xelkê bikin, encamên baş dernakevin.