Li Girtîgeha Colemêrgê serhildan, nivîn şewitandin

Li Girtîgeha Colemêrgê serhildan, nivîn şewitandin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Colemêrgê, slogan avêtin û agir bi nivînên xwe xistin. Piştî bûyerê wesayîtên ambûlans û îtfayeyê şandin girtîgehê.

Li gorî agahiyan, girtiyên siyasî yên li qawişên 11 û 13’mîn yên Girtîgeha Colemêrgê de dimînin, di demjimêrên nîvro de slogan avêtin û agir bi nivînên xwe xistin.

Piştî bûyer hate bihîstin ambûlans û helîkopter veguhestin herêmê, hate hînbûn ku, Parlementerê BDP’ê Adil Kûrt jî dê biçe girtîgehê bi mehkûman re hevdîtinê pêkbîne.

Hate diyarkirin ku, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Colemêrgê dimînin slogan avêtine û agir bi nivînên xwe xistine.

Di vê navberê de dema ku xizmên girtiyan bûyer bihîstin, li ber deriyê girtîgehê kombûn.