Li navçeya Gever ya Colemêrgê di navbera ciwanên ku komploya navnetewî 9’ê Cotmehê protesto kirin û polîsan de pevçûn derket.
Li navçeya Geverê ku biboneya salvegera 9’ê Cotmehê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû dikan girtîbûn, ciwan li navenda navçeyê kombûn û çalakî li darxistin.
Ciwanên ku li ser rêya Girtîgeha Berê kombûn, agir pêxistin û rê li trafîkê girtin. Polîsan gule reşandin hewa û bi wesayîtên zirxî êrîşî ciwana kir, ciwana jî bi keviran bersiv dan polîsan. Hate dîtin ku, polîsan bi makîneya wêneyan kesên li rexê rê jî derbaz dibûn qeyd kirin.
Li aliyê din jî, polîsên di destê wan de çekên lûle dirêj heyî bi wesayîtên zirxî li gelek nokteyên cûda yên navçeyê bicih bûn. Bûyerên li navçeyê didomin.