Li navçeya Gever ya Colemêrgê agir bi Dibistana Seretayî ya Gaziyê ket.
Di Dibistana Seretayî ya Gazî ya li Taxa Mezarlika navçeya Geverê ji ber sedemekî nehate zanîn agir derket. Piştî ku rûniştvanên taxê agahî dan şaredariyê, yekîneyên îtfayeyê mudaxeleyî şewatê kirin. Şewata ku zirarek mezin ya aborî çêkir, piştî 3 demjimêran vemirandin.