Hate hînbûn ku, li navçeya Gever ya Colemêrgê di dema kontrola rê de 5 hemwelatî hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, duh şev di demjimêrên 22.00’an de, Serwet Dere, Dundar Derînsû, Sedat Oren, Bariş Bellier û Eşref Demîr dema ku ji gundê Tiloranabînî dihatin Geverê, di ketina Geverê de ji aliyê polîsên yekîneya taybet ve hatin binçavkirin. 5 kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn, hate ragihandin ku, birine Miduriyeta Polîsan ya Colemêrgê.