Gerîlayên HPG’ê di navbera navçeya Gever û herêma Oremarê de li dijî yekîneyên tîma taybet çalakiyek li dar xist û di encamê de tîmek taybet hat kuştin. Gerîlayan li ser girên Sênala û Rodîolînkê al hildan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 31'ê Tebaxê de di saet 13.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke tîmên taybet ên artêşa dagirker a tirk ên li herêma Oramarê diman ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de endamekî tîmên tevgera taybet hatiye kuştin.”
KONTROLA RÊ
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 2'ê îlonê de di navbera saet 07.30-17.30'an de li Colemergê riya di navbera navçeya Şemzînanê û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan herêmê di bin serweriya xwe de digrin û got; “di 2'ê Îlonê de li girên Sênala û Radiolînkê al li ba xistine. Piştî libaxistina alê ya gerîlayên me li dijî heman giran ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan heta 3'ê Îlonê saet 06.00'an berdewam kiriye. “