Li Farqînê pevçûn, ji 10’an zêdetir birîndar

Li Farqînê pevçûn, ji 10’an zêdetir birîndar

Li navçeya Farqîna Amedê di pevçûna navbera du malbatan de ji 10’an zêdetir kes birîndar bûn.

Di navbera malbatên Balyen û Topguç yên ku kargehên wan li ser rêya Gazî ya Farqînê heyî, ji 10’an zêdetir kes ji cihên xwe yên cûda birîndar bûn.

Polîsên girêdayî midûriyeta polîsan ya Farqînê bi karanîna bombeyên gazê karî malbatan ji hev cûda bike.

Bombeyên gazê ku bi awayek pir zêde hatin bikaranîn, demjimêrekê piştî bûyerê jî rûniştvanên navçeyê ji gaza bombeyan bandor bûn.

Kesên ku li ser rêya Gazî re derbaz dibû çavên wan rondik jê dihatin, kesên ku di bêhndanûstandinê de tengasî kêşan hebûn. Ji ber sedema dibe carek din pevçûn derkeve, panzer li nava navçeyê digerin.