Li Erzînganê li ser rêya trenê teqîn

Li Erzînganê li ser rêya trenê teqîn

Li navçeya Kemah ya Erzînganê di dema derbazbûna trena bar de teqînekê rû da, hinek vagonên trenê ji rayê derketin û qulipîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, trena bar ya hêjmar 44842 ku ji navçeya Dîvrîgi ya Sêwasê kumir dibir Erzînganê, dema ku li nêzî Pira Acemoglû ya di navbera Kemah-Erzînganê de derbazbû teqînekê rû da. Ji ber tundiya teqînê hinek vagonên trenê ji rayê derketin.

Di bûyera ku hate ragihandin windahiyên can çênebûne, gelek leşker veguhestin herêmê, her wiha rêya trenê jî hate girtin.