Li Erdexanê wesayîta leşkerî qulipî şarampolê û di encam de 3 jê giran 8 leşker birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, bûyer îro di demjimêrên sibehê de li nêzî pira Sarme ya li ser rêya Gole ya Erdexanê rû da. Ajovanê wesayîta leşkerî ya aydê Yekîneya Komando ya Goleyê kontrola dîreksiyonê winda kir û wesayît qulipî şarampolê.
Di qezayê de 2 astsûbay, çawişekî pispor û 5 leşker birîndar bûn. Birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê hate ragihandin ku, rewşa 3 leşkeran girane.