Piştî şevê din gêrîlayên HPG'ê li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî avahiyên leşker û polîsan çalakî pêk anîn. Di peçvûna derketî de li gorî çavkaniyên çapemeniya Tirk 10 leşker hatin kuştin û tê gotin 3 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji destane, operasyon hate lidarxistin. Bi operasyonê re dîsa şer derket û şer didome. Hate zanîn ku, li nêzî Elkê li hin cihan şerê di navbera gêrîla û leşkeran de didome.
Şevê din di demjimêr 22.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê gêrîlayên HGP'ê li dijî lojmanên leşkeran û qereqolên polîsan ji 4 aliyan de êrîşa çekdarî pêk anîn. Di êrîşê de pevçûn derket û herî kêm 10 leşker hatin kuşti û 7 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di şer de 3 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku, şerê duh destpê kir heta serê sibê berdewam kir. Welatiyan diyar kirin ku, gêrîlayên HPG'ê ketin nava bajar û diyar kirin ku, dê Qeymeqamê navçeyê bi xwe re bibin. Welatiyan da zanîn ku, piştre gêrîlayên HPG'ê avahiya Qeymeqam dan ber guleyan.
POLÎSAN QEYMEQAM REVAND
Serokê BDP'a Elkê Abdulkerîm Ataman jî anî ziman ku, piştî li dijî avahiya Qeymeqamiyê êrîşa çekdarî pêk hat, polîsan qeymeqam revandin û birin li mala leşkeran parastin. Ataman da zanîn ku, şerê duh destpê kir heta serê sibê berdewam kir.
LEŞKER KETINE AVAHIYÊ XWE
Welatiyan jî anî ziman ku, kîlometreyek dûrî Elkê pevçûn derket û pevçûn didome. Welatiyan anîn ziman li aliyekî şer berdewam dike, li aliyê din helîkopter herêmê bê navber bombebaran dike. Welatiyan destnîşankir ku, leşkeran xwe kişand nava avahiyên xwe û rageşiya di nava gel û polîsan de didomin. Pevçûna di nava welatiyan û polîsan de bi dawî bû û rageşi didome.
Şaredarê Elkê Yusuf Temel anî ziman ku, heta vê demjimêrê jî pevçûn didome. Temel bilêv kir ku, polîsan li gelek taxan barîkat danîne û leşkeran jî xwe dane aliyekî. Temel diyarkir ku, gelek avahiyên fermî bûne hedefa êrîşan û pira ketina navçeyê tev hatiye hilweşandin.