Li Elkê kontrol di destê gerîlayan de ye!

Li Elkê kontrol di destê gerîlayan de ye!

Agahiyên berfireh ên der barê çalakiya gerîlayên HPG’ê şevê din li hemberî avahiyên dewletê, navendên leşkerî û polîsan li dar xistin de aşkere dibin. Rayedarên Tirk ragihandin ku 10 leşer mirine, lê li gorî çavkaniyên nêzî HPG’ê bi dehan leşker hatine kuştin, kontrola navçeyê di destê gerîlayan de ye û gerîlayan dest danîne ser gelek çekan.

BI DEHAN LEŞKER MIRIN

Gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Elkê ya Şirnexê, saet di 22.00 de ji çar aliyan ve li Qeymeqamtî, avahiyên TOKÎ, navendên leşkerî û polîsan xistin. Gerîlayan di çalakiyê de çekên lûledirêj û roketavêj bi kar anîn. Pevçûna li navçeyê heta derengiya şevê berdewam kir. Gerîlayan di dema çalakiyê de pira di navbera Çemen û Elkê ya li ser robarê Ilicak ku jêre dibêjin Pira 2’emîn, hilweşandin. Piştî pir hat hilweşandin, rêya bejahî ya navçeyê hat girtin.

Hate zanîn ku heta niha şêniyên navçeyê dikariya biçin zozanên Feraşînê, lê belê ew jî bi hinceta ewlekariyê ji aliyê artêşa Tirk ve hat qedexekirin.

Rayedarên Tirk dan zanîn ku 10 leşker mirin, 7 leşker birîndar in. Lê li gorî çavkaniyên nêzî HPG’ê bi dehan leşker di çalakiyê de hatine kuştin.

Piştî pevçûnê 9 helîpoterên bi tîpa Sorksky şandin herêmê û cenazeyan lê bar kirin, ev yek jî nîşan dide ku hejmara leşkerên hatin kuştin zêde ne. Çavkaniyê da zanîn ku kontrola navçeyê ket destê gerîlayan û gerîlayan gelek çek destser kirine.

RENGÊ KESK-SOR-ZER SER WESAYÎTA LEŞKERÎ GIRÊDAN

Di vê navberê de li navenda navçeya Elkê di navbera gel û leşkeran de pevçûnê rû da. Gelê navçeyê yê xwedî li gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dan derketin, di demjimêrên sibehê de çûn herêma pevçûnê û cenazeyên 3 gêrîlayan girtin.

Leşkerên Tirk yên bi wesayîtên zirxî pêşiya girseya ber bi navenda navçeyê ve dimeşiyan girtin û dest danîn ser cenazeyên gêrîlayan.

Ji ber vê yekê rûniştvanên navçeyê rengên kesk, sor û zer bi wesayîta cenaze kirin tê de girêdan. Girseya ku li pey wesayîtên leşkerî bi sloganên “Bijî Serok Apo” ber bi navenda navçeyê ve meşiyan vê carê rastî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê hatin.

Girseya ku bi keviran bersiva êrîşan da, li nava taxan bend danîn. Di nava tax û navenda navçeyê de mobese texrîp kirin, tê diyarkirin ku hêjan pevçûn didomin. Esnafan jî bi armanca protestokirina operasyonan derabeyên xwe girtin.