Hat ragihandin ku di encama ‘Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Nûda û Adil’ a ku gerîlayên HPG’ê di 2’yê îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê dan destpêkirin, herî kêm 50 leşker, polîs û tîmên taybet hatin kuştin. Hate zanîn ku gerîlayan di mala Qeymam de lêgerîn pêk anîn û polîsên parazvanên qeymeqam kuştin û kontrola hemû rêyên navçeyê di destê gerîlayan de ye. Her wiha, helîkopterek hat xistin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên HPG’ê dane ANF’ê, gerîlayan di 2’yê Îlonê saet di 22.00 de çalakiya bi navê ‘Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Nûda û Adil’ li dijî girê Bayrak, Bêboskê, Girê Çeper, qereqola cendirmeyan, tûgayê, girên derdora qereqolê, avahiya tevgera tîmên tabyet, avahiya midûriyeta emniyetê û hemû avahiyên dewletê li dar xistin. Di encamê de herî kêm 50 leşker, polîs û tîmên taybet hatin kuştin. Her wiha, helîkopterek hat xistin.
Hate zanîn ku hemû rêyên diçin navçeya Elkê di destê gerîlayan de ne, gerîlayan pira di navbera Şirnex û Elkê de hilweşandin, hemû girên derdora qerqolê bi dest xistin û li ser rêya Şirnex-Elkê rê kontrol dikin.
GERÎLA LI MALA QEYMEQAM LÊGERÎN PÊK ANÎ
Li gorî çavkaniyê, gerîlayên HPG’ê ketin hundirê xaniyê Qeymeqamê Elkê û di malê de lêgerîn pêk anîn, dest danîn ser gelek tiştên taybet ên qeymeqam ên weke telefon û wênekeşek nîkon. Her wiha, di encama pevçûnê de polîsên parazvantiya Qeymeqam dikirin hatin kuştin. Gerîlayan agir berda wesayîta meqam a qeymeqam jî.
Hate ragihandin, ku ji ber êrîşa dijwar a gerîlayan, leşkeran hemû berê xweda Tûgaya Elkê û di dema çalakiyê de kontrola navçeyê bi temamî kete destê gerîlayan. Hate zanîn ku di encama çalakiya gerîlayan de şaxa bankaya Zereatê jî şewitiye.
DI GIREK DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Gerîlayn girê stratejîk yê Bêboskê yê parastina tûgayê dikir, bi temamî xistin destê xwe û li vir herî kêm 7 leşker hatin kuştin, gerîlayan çekên giran ên li vir rûxandin. Piştre artêşa Tirk girê Bêboskê da ber topan. Her wiha girê Bayrak jî di destê gerîlayan de ye.
GERÎLAYAN HELÎKOPTEREK XIST
Hat ragihandin ku bi hevrêtiya helîkopterên kobra yên artêşa Tirk, helîkopterên Skorsky xwestine cenazeyên leşkeran ji navçeyê bigirin û bibin, lê li rastî çalakiya bi çekên giran ên gerîlayan hatine, di encamê de sê helîkopteran derbe xwar û yek ji vana jî ketiye.
ALA HPG’Ê DU ROJ IN LI SER KATOYÊ DIHEJE
Her wiha, ala mezin a ku gerîlayên HPG’ê li ser çiyayê Kato yê li ber Elkê danîne, heta niha jî diheje û du roj in al ji navenda navçeyê jî tê dîtin. Artêşa Tirk li navçeyê ketiye hundurê qereqolê û derdora navçeyê bombebarna dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyê dane, di encama çalakiyê de herî kêm 50 leşker, polîs û tîmên taybet hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha, 5 panzer, wesayîta meqam a qeymeqam, gelek çekên giran ên artêşa Tirk ji aliyê gerîlayan ve hatine rûxandin, gelek çek, cîhazên leşkerî ketine destê gerîlayan.