Hat ragihandin ku di encama çalakiyên gerîlayana ên li hemberî nûqteyên polîs û leşkeran ên li navçeya Elkê ya Şirnexê de herî kêm 9 leşker hatin kuştin. Walîtiya Şirnexê ev hejmar piştrast kir. Hat ragihandin ku leşkerek din jî mir û bi vî awayî hejmar gihişt 10’an.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevê din, saet di 22.00 de gerîlayên HPG’ê ji çar aliyan ve li Qeymeqamtî, Fermandariya Tumenê, lojmanên leşkerî û noqteyên polîsan xistin. Li navçeyê ceyran qut bû pevçûn bi qasî 3 saetan berdewam kir.
Hate diyarkirin ku pevçûn heta derengiyê li hin cihan berdewam kir. Çavkaniyên Tirk dan zanîn ku herî kêm 9 leşker hatine kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî herî kêm 2 polîs jî hatine kuştin.
Heman çavkaniyê da diyarkirin ku 11 leşker û 9 polîs di pevçûnê de birîndar bûne. Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan jî vê sibê daxuyaniyek da û piştrast kir ku 9 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî, hejmara leşkerên hatin kuştin 19 ye. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku pevçûnek mezin bû û tê diyarkirin ku hejmara leşkerên hatine kuştin gelek zêdetir in.
Hate zanîn ku helîkopterên artêşa Tirk rasterast, herêmê bombebaran kirin, lê ji ber baranê şûn ve vegeriyane.
Hate ragihandin, leşkerek din jî hate kuştin û bi vî awayî hejmara leşkeran gihişt 10’an. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 7 leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Navçeya Elkê (Bêşeba) ku li qûntara çiyayê Katoye, gelek caran bûye cihê çalakiyên gerîlayên HPG’ê.