Gundên Marînos, Gevikê, Meydanzengil, Fereşîn û Germav, her wiha çiyayê Kato yên ser bi Elkê ve têne bombebaran kirin.
Piştî 2’ê Îlonê gêrîlayên HPG’ê ji 4 aliyan ve êrîşî noqteyên leşker û polîsan kirin, li herêmê pevçûn dijwar rû didin. Hate ragihandin ku, 4 balefirên skorsky gundên Marînos, Gevikê, Meydanzengil, Fereşîn û Germavê her wiha Kato jî 4 demjimêre didin ber bombeyan. Hate diyarkirin ku, hêjan cih cih pevçûn rû didin.